Zozan Tolan: Em ê bibin şopdarê ruhê fedayî yê Sara û Rûken

HPG’ê derbarê çalakiya ku 26’ê Îlonê li bajarê Mêrsînê yê Tirkiyê hat lidarxistin daxuyaniyek dabû û gotubû: çalakiya fedaî ya li Mersînê ji aliyê gerîlayên wan Sara û Rûken ve hatiye lidarxistin û ti eleqeya Zozan Tolan ku rejima dewleta Tirk navê wê dide bi vê bûyerê nîne. Gerîlaya HPG’ê Zozan Tolan jî derbarê çalakiyê de axivî û diyar kir ku rejîma faşîst a AKP-MHP’ê derfetên ji bo têkoşîneke demokratîk nehişt û got: ”Hesabpirsîna ji faşîzmê erka min a bingehîn e”.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê 29’ê Îlonê ragihand ku çalakiya li dijî navenda polîsên dewleta Tirk ya li bajarê Mêrsînê gerîlayên wan Sara û Rûken pêk anîne.

HPG’ê têkildarî her du gerîlayên fedayî ku 26’ê Îlonê li dijî navenda polîsên dewleta Tirk ya li bajarê Mêrsînê çalakî pêk anîn daxuyaniyeke da û got: “Ev çalakî weke bersiva li dijî zextên li zindanan, komkujiyan û êrîşên bi çekên kîmyewî yên li dijî gerîla hatiye lidarxistin.”

Vê çalakiya hevrêyên me Sara û Rûken nîşan da ku tîmên gerîla yên fedaî û profesyonel û milîtanên fedaî yên Apocî dikarin li her cihê bixwaze di her astê de çalakiyê bikin.”

HPG’ê diyar kir Hikumeta AKP-MHP’ê tevî ku zane hevala me Zozan Tolan tevlî vê çalakiyê nebûye jî bi zanebûn navê wê da û xwest vê yekê ji bo zextê li malbatê û derdora wê bike, weke amûrekê bi kar bîne û gotibû,

“Ti eleqeya hevala me Zozan bi vê bûyerê re nîne, ew li ser erka xwe ye.”

Gerîlaya HPG’ê Zozan Tolan jî derbarê mijarê de ji ajansa ANF’ê re axivî.

Zozan Tolan çalakiya fedaî silav kir û got: “Em gerîlayên YJA Star û HPG’ê, em ê bibin şopdarê ruhê mezin ê çalakiya fedaî a Sara û Rûken.”

Zozan Tolan diyar kir dema ku wê karê rojnamevaniyê dikir, hat girtin û wiha got, Kiryarên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê, rê û derfet nehişt ku li Kurdistanê û Tirkiyê têkoşîneke demokratîk û qanûnî bê meşandin.

Zozan Tolan: Hesabpirsîna ji faşîzmê erka min a bingehîne

Gerîlaya HPG’ê Zozan da zanîn ku rêxistina wan ji xwe daxuyaniya pêwîst da û wiha anî ziman:

“Ez li ser karê xwe me. Hesabpirsîna ji rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst mîna her gerîlayeke Kurd wezîfeya min a bingehîn e.

Back to top button