Jinên Efrînê bi dengbêjiyê hunera xwe diparêzin

Jinê Efrînê bi dengbêjiyê hunera xwe diparêzin. Jinên ku di koma şehîd Mizgîn de cihê xwe digrin diyar kirin ku bi derketina çirûska şoreşa rojava re derfet ji jinan re vebû ku xeyalên xwe pêk bînin û gotin: ”Em şopdarên şehîdên ku ji bo hunera Kurdî canê xwe feda kirine bin”.

Stran, dengbêjî û lorîk bi dengê jinan tên nasîn.

Piştî avakirina navenda Çand û Hunerê, jinan cihê xwe di nava komên hunerê de girtin.

Koma Şehîd Mizgîn jî ya Hîlala Zêrîn a ku stranên kevnşopî yên herêma Efrînê pêşkêş dike hat avakirin û niha 8 jin bi temenê xwe yê mezin tê de cih digirin.

Nebîha Mihemed: Jin bi stranan hest û êşên xwe tînin ziman

Nebîha Mihemed da zanîn ku yekem car ew derketin ser dikê di şahiya 8’ê Adarê de bû, ev yek ji bo wê serkeftineke mezin bû.

Nebîha, diyar kir ku gelek caran jin bi riya stran û dengbêjiyê hest û êşên xwe tînin ziman û wiha bi lêv kir:

”Em şopdarên şehîdên ku ji bo zindîkirina hunera Kurdî canê xwe fedakirine ne.”

Guneyî Mihemed: Em ê çand û hebûna xwe ji qirkirinê biparêzin

Endama koma Şehîd Mizgîn Guneyî Mustafa jî bal kişand ser adet û kevneîşopiyên civakê ku jin têde hatibû başguhkirin û ev tişt anî ziman:

Hêvîn Mihemed: Em bi stranan bersivê didin dijmin

Hêvîn Mihemed diyar kir ku ew bi deng û stranên xwe bersivê didin dijmin ku tu carî nahêlin çanda wan bidin qirkirin.

Back to top button