Fermandar Jiyan Tolhildan li Helebê bi merasîmeke bi heybet hat oxirkirin

Doh Fermandara QSD’ê Jiyan Tolhildan bi merasîmeke bi heybet li cihê jidayikbûna xwe Helebê hat oxirkirin.
Bi hezaran ji şêniyên herêmê beşdarî merasîma şehîda nemir bûn û soza şopandina rêya wê û hemû şehîdan hat dayîn.

Fermandara pêşeng Jiyan Tolhildan ku li her bosteke vî welatî têkoşîn kiriye, îro vedigere cihê jidayîkbûna xwe Helebê..

Lê belê şehîd e.

Bi hezaran kes li benda wê ne..

Her kes bi rêzgirtin rawestiyaye..

Li benda Jiyana Şehîd in!

Jê re li def û zirnê didin û Hine jê re amade kirine.

Vaye didin du karwanê cenazeyê wê û nîşana serkeftinê hildane.

Ji bo wê merasîmeke bi heybet li goristana Şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêk hat.

Hevrêyên Jiyana bedew di merasîma oxirkirina wê de, behsa jiyan û têkoşîna wê dikin û soza rakirina tola wê didin.

Ew dibêjin Şehîd Jiyan di gelek pêngavên li dijî DAIŞ’ê de cihê xwe girt û bi lehengî şer kir.

Vaye şervanên azadiyê cenazeyê wê rakirine û bi bi gotina ”Jiyan namire” wê dispêrin axê.

Jiyan Tolihildan fermandara QSD’ê, tevî du hevrêyên xwe, 22’ê mehê li Qamişlo di êrişa dronek Tirkiyê de şehîd bû.

Back to top button