Fûad Hisên: Êrişa 20’ê Tîrmehê ji aliyê artêşa Tirk ve hat kirin

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bi mijara komkujiya Zaxoyê, doh kom bû.
Wezîrê Karê Derve ê Iraqê Fûda Hisên di civînê de careke din teqez kir ku komkujî ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin.
Hisên işaret bi wê yekê kir ku Tirkiyê ji bo rewakirina êrişên xwe hincetên pûç peyda dike û got;
Ti peymanên ewlekariyê di navbera Tirkiyê û Iraqê de tine ne.

Li ser daxwaz û giliyê hukûmeta Iraqê, doh Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bi mijara Komkujiya Zaxo kom bû.

Li ser navê hukûmeta Iraqê Wezîrê Karê Derve Fûad Hisên axivî û encama lêkolînên têkildarî komkujiyê bi civaka Neteweyên Yekbûyî re parve kir.

Fûda Hisên careke din teqez kir ku ti pêwendiya êrişê bi PKK’ê re tine ye û got;

20’Ê Tîrmehê roja Çarşemê, saet li 13 û 50 deqeyan, artêşa Tirk li dijî xak, serwerî Iraqê û jiyana gel êrişeke dijminane pêk anî.

Fûad Hisên: Di êrişa artêşa Tirk de 9 welatî şehîd û 33 jî birîndar bûn

Fûad Hisên anî ziman ku êrişa dijwar bi topan pêk hatiye.

Di vê êrişê de 9 welatî şehîd bûn, di nava wan de zarokeke 1 salî hebû. Her wiha 33 sivîl jî birîndar bûn.

Hisên helwesta Iraqê ya li hemberî êrişê jî bi van gotinan bi bîr xist:

Iraq bi tûndî êrişa dijminane a artêşa Tirk şermezar dike. Ev êrişa li dijî xelkê sivîlê yê bê guneh, serweriya Iraqê, ewlehî û aramiya wê pêk hatiye. Ev yek li gorî me êrişeke leşkerî ya li dijî yekparebûna xaka Iraqê ye.

Fûad Hisên: Li cihê bûyerê bermahiyên topên artêşa Tirk hatin dîtin

Fûad Hisên têkildarî encama xebatên komîsyona lêkolînê jî ev agahî parve kirin:

Li cihê bûyerê perçeyên topên eyar 155, ên artêşa Tirk bikar tîne hatin komkirin.

Wezîrê Karê Derve êriş Tirk weke binpêkirina pîvanên navteweyî binav kir û têkildarî hincên ku Enqere ji bo rewakirina van êrişên wiha, got:

Êrişa dijminane, nîşan da ku Tirkiyê bi ti awayî guh nade daxwazên Iraqê yên raswestandina binpêkirinan. Her wiha daxwaz derxistina hêzên xwe ji xaka Iraqê jî pêk nayîne.

Fûad Hisên: Tirkiyê 22 hezar û 742 caran serweriya Iraqê binpê kir

Heta niha Tirkiyê li ser xaka Iraqê 22 hezar 742 caran binpêkirinên belgekirî, pêk anîne.

Iraqê beriya jiha ji Meclisa Ewlekariyê daxwaz kir hebûna dewleta Tirk şermezar kir û zorê lê bike da ku hêzên xwe derxîne.

Fûad Hisên: Li cihê bûyerê ti komên çekdar tine ne

Careke din me ji Konseya Ewlekariyê re teqez dikin ku ev kiryara hovane a li dijî mirovahiyê ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye kirin.

Herêma êriş lê pêk hatiye bi ti awayî hêzên çekdarî nahewîne.

Fûad Hisên biryara dirêjkirina hebûna leşkerên Tirk li Başûrê Kurdistanê ji bo 2 salan şermezar kir û got, ev hebûn tenê rê li ber zêdebûna aloziyan vedike.

Fûad Hisên: Divê Konseya Ewlekariyê bi lezgînî dawî li dagirkeriya Tirk bîne

Banga me ji bo Konseya Ewlekariyê ew e bi erkên xwe rabe û bi awayekî lezgîn Tirkiyê neçar bike hêzên xwe ên dagirker ji tevahiya Iraqê derxîne.

Back to top button