Dewleta Tirk çiyayê Metînayê bombebaran kir

Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê jî bênavber dewam dikin.
Îro careke din balafirên dewleta Tirk a qirker çiyayê Metînayê bombebaran kirin.

Vê sinehê balafirên şer ên dewleta Tirk çiyayê Metîna yê navçeya Amêdiya Dihokê bombebaran kir.

Piştî bombebaranê, balafirên şer heta çend seetan jî li ser herêmê digeriyan.

Doh û pêr jî heman dever ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk ve hatibû bombebarankirin.

Back to top button