Li Iraqê di operasyonên cuda de 16 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Li Iraqê, di operasyonên cuda de 16 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Artêşa Iraqê li çiyayê Qereçoxê ya girêdayî Mexmûrê, li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyonek bi alîkariya balafirên koalisyonê daye destpêkirin.

Di encama operasyonê de 5 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û leşkereke Iraqê jî jiyana xwe ji dest da.

Şaneya Ragihandinê ya Ewlekarî ya Iraqê ragihand ku Koalisyona Navnetewî nuqteyên DAIŞ’ê yên li bajarokê Yesre yê parêzgeha Samarayê û navçeya Dibiz ya Kerkûkê bombebaran kirin.

Hat eşkerekirin ku di operasyona li Samarayê 5 û li Kerkûkê 6 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Back to top button