Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Herêma Cizîrê û Komîteya Şaredariyan a Kantona Qamişlo ji bo nîqaşkirina pêkanîna projeyên sala 2023’an de bi komîn û şêniyên kantonê re civînan li dar dixin.
Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya herêma Cizîrê bi komînên navçe, bajar, bajarok û gundan re dicive.
Di civînan şêniyan dilşadiya xwe nîşan dan ku tevî dorpêç û êrîşên li ser herêmê xebatên xizmetguzariyê didomin.
Her wiha şêniyan daxwaza sererastkirina rêyên sereke û çareserkirina pirsgirêka qutbûna avê li hinek herêman kirin.
Di civînê de Hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya herêma Cizîrê Silêman Ereb diyar kir ku ev vîn nîşaneya mekanîzmaya demokratîke.
Beşdarbûna gel di biryargirtinê de û çareserkirina pirsgirêkên xwe bi xwe nîşan dide.
Di dawiyê de Silêman Ereb bang li her kesî kir ku tevlî civînê bibin û nêrîna xwe bînin ziman.