Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Eyn Îsayê dewam dikin.
Dagirkeran îro careke din gundê Dibis û Hoşan ê Eyn Îsayê topbaran kirin.
Leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê gundê Dibis û Hoşan ê dikeve rojavayê navçeya Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran kirin.
16’ê mehê dewleta Tirk navenda navçeyê û kampa koçberan topbaran kir û zarokek 13 salî kuşit.
14’ê mehê jî artêşa Tirk, gundên Xalidiyê û Hoşan yên Eyn Îsayê topbaran kiribû.