Komîteya Aborîya herêma Cizîrê li Hesekê ş. Delal Nûrhak bi bîranî

Endama Meclîsa PAJK’ê û Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Delal Nûrhak ji aliyê Komîteya Aboriya herêma cizîrê li Bajarê Hesekê hat bi bîranîn.

Duh Li bajarê Hesekê Komîteya Aboriya herêma cizîrê şehîd Delal Nûrhak bi merasîmekê bi bîr anî.

Meclisa Malbatên Şehîdan ,Meclisa jin ya herêma cizîrê û gelek kesayet û jin tevlî merasîmê bûn.

Tê de gelek axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de de ev yek hat gotin:

Heval Delal Nurhak, bi keda 33 salan bû yek ji pêşenga pêşketinên azadiya jin, partiyê û tekoşîna azadiya gelê me.

Li hemberî zext, zor û tûndiyê serê xwe netewand.

Li ser vê bingehê em bawer in wê gelê me li her derê di xeta şehîdan de bersivekî mezin bide dagirkerî û dijminê xwînmij.”

Di dawiya merasîmê de sinivizyonek li ser jiyana şehîd Delal hat pêşandan.

Delal Nurhak di 13’ê Îlona sala 2019’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama êrişa hewayî de şehîd bû.

PORTRE-Ş.Delal Nûrhak

Back to top button