Çetyên Dewleta Tirk di talankirina malên Efrîniyan de dewam in

Nûçegihanê Efrîn Post diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker di talankirina malên sivîlên Efrînê de dewam e.

Li navçeya Şiyê ya girêdayî Efrînê çeteyên Cebhat El-Şamiyê mala şêniyê Ehmed Mihemed bi dara zorê ji dest girtin û bi 2 hezar dolar firotin malbetek ji bajara seraqibê yê ku ji Idlibê hatiye.

Çeteyên bi navê El Hemzat jî enbargeha şêniyekî kurd li Eşrefiyê bi1800 dolar fort bazirganekî ji Sermeda.

Li aliyekî din jî çeteyên Lîwa El Muatesim malbetek ji Idlibê bi dara zorê di mala Sebah Mihemed Hisên de, bi cih kirin.

Her wiha çeteyên Sultan El-Murad jî dest danîn ser kargeha Roz ya dirûnê. Di hola dirûngehê de çeteyan kon vegirtin û 6 malbet ji Idlibê bi kirê têde, bi cih kirin.

Çeteyên Murad li bajaroka Şeran mala şêniyê bi navê Reşîd Dodex bi zordarî ji dest girtin û bi kirê dan malbetek ji Idlibê hatiye.

Back to top button