Şewat Li Girava Îmraliyê derket parêzerên Rêber Ocalan ji bo biçin giravê, serlêdan kir

Agir bi daristana Girava Îmraliyê ket. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî têkildarê bûyerê daxuyaniyek da û diyar kir ku divê ew demildest biçin Îmraliyê. MIX

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di daxuyaniya xwe de got:

“Ji bo em rewşa tenduristiyê ya muwekilê xwe nas bikin û fikarên me ji holê rabin, me serî li Wezareta Edaletê û Serdozgeriya Komarî ya Bûrsayê dan ku tavilê em karibin hevdîtinê bikin.

Buroyê anî ziman ku ew pêvajoyê ji nêz ve dişopînin û divê her kes bi rengekî cidî nêzî her nûçeyên têkildarî şert û mercên tecrîdê tên weşandin, bibin.

Piştî şewata li daristanê, parêzer Îbrahîm Bîlmez, Raziye Tûrgût, Rezan Sarica û Mazlûm Dînç ji bo karibin Rêber Ocalan bibînin, careke din serlêdan kirin.

Heta vê kêliyê jî serdozgeriya Tirk besiva parêzeran nedaye.

Back to top button