Dewleta Tirk û çeteyên xwe bajarokê Seraqib dagir kir

Artêşa Tirk a dagirker êdîya dike ku Bajarokê Seraqib ê Idlibê kontrol kir,lê Rêjîma Sûrî û Rusiya vê yekê red dikin. Ev yek jî di demekê de ku şandeyek Rusî ev 2 roj in li Enqere ye pêk tên .

Rêjîma Sûriyê beriya du hefteyan Seraqib bi piştgiriya balafirên Rûsya ji destê çeteyên dewleta Tirk derxistibû.

Lê Dewleta Tirk û çeteyên wê piştî kontrolkirina bajarokê Neyrab ê li navbera Idlib û Seraqîbê, ber bi Seraqîbê ve ji nû ve dest bi êrişê kiribûn.

Çavkaniyên li ser erdê jî eşkere dikin ku cara yekemîn e nûnerên çeteyan bi destura heyet tehrîr El-Şam derbasî Idlibê dibin.

Çavkaniyan teqez kir ku çeteyên dewleta Tirk yên ku niha li Idlibê êrîşan pêk tînin ji Cerablus, bab, Ezaz û Efrînê hatine komkirin û ji aliyê hêzên taybet yên Tirkî ve hatine perwerdekirin û bi çek kirin.

Şandeya Rûsî civînên xwe yên li Enqerê bi dawî kir

Şandeya Rûsî jî ku ji bo rewşa Idlibê serdana Enqerê dike, îro civînên xwe bi dawî dike, lê heta niha encamên van civanan nehatine parvekirin.

Back to top button