Rêveberiya Jinên Dêra Zorê, 8’ê Adarê pîroz kir

Rêveberiya jin a herêma Dêra Zorê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî bi daxuyaniyeke çapemenî li hemû jinan pîroz kir. Rêveberiya jin diyar kir ku wê çalakiyên wan bi silogana “Bi rihê şehîd Hevrîn, bêhna yasemîna 8’ê Adarê difûre” werin lidarxistin. 

Rêveberiya jin a Herêma Dêra zorê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî, bi daxuyaniyeke çapemenî li hemû jinan pîroz kir.

Daxuyanî li pêşiya navenda Rêveberiya Jinê bi beşdarbûna endamên sazî û rêxistinên jinê û meclîsan ji aliyê Endama Komîteya jin ya Meclîsa Zagonsaz Melek El-Rebah ve hat xwendin.

Rêveberiya jin a Dêre zorê diyar kir ku piştî rizgarikirina Dêra Zorê ji aliyê şervanên YPJ û QSD’ê de ve jinancilên koletiyê ji ser xwe avêtin û bejna xwe bi rengê azadiyê xemilandin .

Jinên Dêra Zorî di daxuyaniya xwe de ragihand ku ew 3’ê salin 8’ê Adarê pîroz dikin û bi destkeftî û têkoşîna xwe armancên xwe mayinde dikin û digihêjin azadiya xwe û wiha gotin:

Ji bo me ne tenê 8’ê Adarê cejn e, divê hemû roj şahî û têkoşîn bin.

Em ê ji bo doza azadiya jinê, têkoşîn bikin û destkeftiyên xwe biparêzin.

Di rihê her jineke azad de, wê Hevrîn hebe.

Ji Dêra Zorê, em 8’ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz dikin.

Daxuyanî bi durşmeya” bijî têkoşîna jina azad” bi dawî bû.

Back to top button