Hikumeta faşîst a AKP’ê heta 15 rojan, 5 herêmên Colemêrgê bi rengekî keyfî qedexe kirin.
Qedexeya ku Hikumeta faşîst AKP’ê li bajarên Kurdistanê ferz dike bi salan e bi rêk û pêk dema wê tê dirêjkirin.
Walîtiya Colemêrgê, 5 herêmên li bajar û navçeyên Colemêrgê ji bo 15 rojan “herêma ewlekariya taybet” ragihand û ketin û derketin qedexe kir.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 5 herêmên li navenda bajêr û navçeyên Çelê, Şemzînan û Geverê ji 26’ê Sibatê heta 11’ê Adara 2020’an li “ketina bêdestûr a welatiyan” hatiye qedexekirin.