Li dijî Dêra Brotistantî, êrîşeke terorîstî pêk hat

Li Burkîna Faso, êrîşek li dijî Dêra Brotistantî pêk hat. 24 kesan jiyana xwe ji dest da û 18 jî birîndar bûn. 

Çavkaniyên fermî yên Burkîna Fasoyê diyar kirin, di nava kesên jiyana xwe ji dest daye keşeyê dêrê jî heye.

Rêveberê parêzgeha El-Sahil Salfo Kabûrî bi daxuyaniyekê got:” terorîstan jimareke kes revandine û heta niha agahî der barê wan de, tune ne.

Di 10 vê mehê de jî, komên çete êrîşî bajarokê Sibbe kiribû. 7 kes revandibûn, piştre 5 ji wan kuştî hatibûn dîtin.

Back to top button