Dorpêç bandoreke neyênî li çandiniyê dike

Hikumeta Şamê dorpêçeke hişk li ser Şehba sepandiye ..
Hevserokê Komîteya Çandiniyê ya herêma Efrînê Basim Osman ji ber dorpêçê hişyarî da û got
“Heke dorpêça li ser herêmê û êrişên dewleta Tirk berdewam bike dê karesatek di sektora çandiniyê de çêbibe.”

Hikumeta Şamê ji zêdetirî 2 mehan ve dorpêçeke giran li ser kantona Şehbayê ferz dike..

Her wiha bendên kontrolê yên Firqeya 4′an nahêle madeyên pêşîn û bingehîn derbasî herêmê bin..

Mîna derman û sotemenî.

Bi wê re bandoreke neyênî li çandiniyê dike.

Ji wê zêdetir jî artêşa Tirk topbaranên xwe li dijî herêmên li eniyên şer dewam dike.

Her wiha buhaya lîtreya mazotê ji ber dorpêça li ser herêmê gihaşt 9 hezar lîre.

Wê jî barê cotkaran zêde kir.

Girêdayî vê yekê Hevserokê Komîteya Çandiniyê ya herêma Efrînê Basim Osman axivî û got :

“Rûbera çandiniyê li Şehbayê nêzî 30 hezar hiktar e û tenê ji sedî 60 hatiye çandin.

Nêzî 6 hezar hiktar jî li Şehbayê di eniyên şer de ne û ji 5 salan ve nehatine çandin.

Desteya Aborî û Çandiniyê hewl dide ku madeyên pêşîn ên çandiniyê ji semad û mazotê peyda bike.

Lê dorpêça hikumeta Şamê hewldanên wê asteng dike .”

Osman da zanîn ku me karî 200 ton ji genim û 100 ton ji ceh peyda bikira û wiha domand:

Me bi buhayekî guncaw belav kir.

Me genim bi hezar û 500 lîre firot û ceh jî bi cureyên xwe yên dezen fek tekirî û bêhtî bi hezar û 200 lîre firot.

Ger dorpêça li ser herêmê dewam bike dê karesat di saktora çandiniyê de çêbe..

Cotkarê bi navê Ehmed Şêxo yê ji Şehbayê got :

Ji ber tunebûna mazotê û bihaya tovan ew li hember astengiyên mezin in..

Pêdiviya çandiniya genim bi mazotê heye ..

Ji lew re em neçar man ku mazota ji bo cotkirin û avdanê pêwîst biha bikirin.”

Back to top button