Zelal Ceger: Hikûmeta Şamê jî zirarê dighîne gelê Sûriyê

Endama Meclisa PYD’ê Zelal Ceger anî ziman ku tu cudahî di navbera siyaseta birçîkirinê ya hikumeta Şamê û siyaseta dagirkirina xaka Sûriyê ya dewleta Tirk de tune ye, ji ber ku herdu alî ji bilî gelê Sûriyê zirarê nagihînin tu aliyan. 

Endama Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Zelal Ceger derbarê dorpêçkirina Şehbayê de axivî.

Zelal Ceger anî ziman ku ti cudahî navbera siyaseta hikûmeta Şamê û ya dewleta Tirk de tune û got:

”Dewleta Tirk gelek deverên bakurê Sûriyê wek Idlib, Efrîn, Cerablus, Bab, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirine.

Tevî vê jî em dibînin ku hikumeta Şamê desteka siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên herêmê dike.

Tu cudahî di navbera siyaseta birçîkirinê ya hikûmeta Şamê û siyaseta dagirkirina xaka Sûriyê ya Tirkiyê de tune.

Ew li gorî berjewendiyên her duyan e û li dijî gelê Sûriyê ye.”

Zelal Ceger balkişand ser hewlên nêzîkbûna hikûmeta Şamê û dewleta Tirk û ev tişt anî ziman:

“Rûsya hewl dide herdu hikûmetên Sûriyê û Tirkiyê ji hevdu nêzîk bike.

Lê ew nêzîkbûn li ser hesabê gelê Sûriyê ye ku heta niha ji ber siyasetên her du hikûmetan zehmetiyan dikişînin.”

Zelal Ceger behsa êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî jî kir û wiha bi dawî kir:

”Hikûmeta Erdogan hemû kaxizên xwe bi kar tîne da ku di hilbijartinan de bi ser bikeve.

Nexasim ku 100 saliya peymana Lozanê temam dibe ku wê Tirkiyê bacan li dergehên Bosfor û Derdenîlê bide.

Û aboriya xwe xurt bike. Ji ber wê Erdogan hewl dide berî sala bê hikûmeta xwe vejîne.”

Back to top button