Li Kobane yekemîn perwerdeya şanogeriyê pêk hat

Bi armanca pêşxistina hunera şanogeriyê li herêma Firatê, Desateya Çand û Hunerê ya Herêma Firatê li Navenda Baqî Xido 40 roj beriya niha dewreya perwerdeyê ya yekemîn li ser hunera şanogeriyê li Kobanê dabû destpêkirin.

Derbarê mijar ê de Cîgira Hevserokatiya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Firatê Rodîn Yûsif ji Ajansa ANHA’yê re axivî û ev tişt anî ziman :

“Rewşa hunera şanogeriyê li kantona Kobanê lawaz bû, ji ber vê yekê me dît ku pêwîste ku dewreyên perwerdeyê vekin.

Ji 20 kesên ku beşdarî perwerdeyê bûn, 12 kes man û yên din ji ber lawazbûn û nepabendbûna wan bi perwerdeyê hatin dûrxistin.

Perwerde rojane 13 saet ji aliyê lîstikvan û şanogeran ve dihat dayîn.”

Li aliyekî din Elî Keto yê beşdarî dewreya perwerdeyê bû jî wiha got:

“Eşqa min ji şanoyê re hişt ku ez werim vir, tu derfet mîna vê tune bû ku behreya xwe pêş bixin, êdî hêviyên min çêbûn ku bibim şanogerek.”

Di dawiya dewreyê bawername li endamên derçûyî hatin belavkirin.

Back to top button