Êrişên dewleta Tirk bandor li mazotê kir

Êrişên dewleta Tirk ên li ser binesaizya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bandor li mazotê ya ji bo germkirinê jî kir.
Rêveberiya Giştî ya Petrol û Sotemeniyê diyar kir ku rêjeya belavkirina mazotê ji sedî 40 derbas nekiriye.

Hevseroka Rêveberiya Giştî ya Sotmenî û Petrolê ya Rêveberiya Xweser Ebîr Xalid derbarê vê yekê axivî.

Ebîr Xalid diyar kir ku êrişên dewleta Tirk bandoreke neyinî li hilbirandina sotemeniyê kir.

Ebîr Xalid destnîşan kir ku rêjeya belavkirina mazotê heta niha ji sedî 40 derbas nekiriye û got:

“Par rêjeya belavkirinê ji sedî gihaştibû 70′î.

Rêveberiya Xweser ji bo her malbatekê 300 lître mazot diyar kiriye û lîtreyek bi 325 lîreyên Sûriyeyê ye.

Li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta niha 416 hezar û 418 malbat mazot bi dest xistine.”

Ebîr Xalid destnîşan kir ku hewldanên Rêveberiya Xweser ji bo belavkirina mazotê dewam dikin.

Back to top button