“2 serçeteyên dewleta Tirk li Lîbyayê hatin kuştin”

2 serçeteyên payebilind ên dewleta Tirk di şerên dawî yên li Lîbyayê de hatin kuştin. 

Çavkaniyin taybet ji Erebiyê re ragihand ku 2 serçeteyên payebilind ên dewleta Tirk ku serkêşiya komên Wîfaqê dikirin, di şerê çend rojên vê dawiyê de, hatin kuştin.

Piştî şerine dijwar li eniya Kezrîma, rêya balafirgehê û Eyn Zarayê, ji şeva borî de bêdengiyekê konê xwe li hinek eniyên şer vegirtiye..

Aniha jî, tê gotin li bajarê Terhûnayê seferberiyeke ewlehî ya artêşa Niştimanî heye, da bersiva çi êrîşeke çeteyan bidin.

Duh jî, berdevkê Artêşa Lîbî Mismarî diyar kiribû ku “Erdogan bi anîna çetayan bo Lîbyayê, dixwaze Ereb bi Ereban bide kuştin.

Mismarî bang li welatên Ereban kir ku divê li hemberî vê hişyar bin û li dijî xeyalên Erdogan bisekinin.

NY: Biryara şandina çekan bo Lîbyayê, tê binpêkirin

Têkildarî şandina çekan bo Lîbyayê jî, NY hişyarî da, ku qedexeya şandina çekan hatibû ragihandin, lê rojane çek bi rêya asmanî, bejahî û deryayî tên şandin û biryara NY tê binpêkirin.

Back to top button