Li Yemenê, Artêşa Niştimanî êrîşeke hêzên Hûsî li Senaya paytext şikand û 11 çekdarên Hûsî hatin kuştin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Yemenî bi daxuyaniyekê ragihand ku şeva borî, Artêşa Niştimanî êrîşeke Hûsiyan li ser navendeke leşkerî, li devera Neced El-‘Itiq a navçeya Nehem, şikand.
Li gorî navendê, ne kêmî 11 çekdarên Hûsî hatin kuştin û jimarek jî birîndar bû..
Ji aliyê xwe ve jî, Artêşa Niştimanî ya Yemenî hinek navendên Hûsiyan li gelek deverên navçeyê kirin armanc..
Li wir jî jimarek kuştî û birîndarên Hûsiyan çêbû û çekên wan hatin wêrankirin.
Ev yek, piştî binpêkirina agirbestê ji aliyê Hûsiyan ve, pêk hat.