Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku dewleta tirk rêyên aştiyê bi kurdan re digire û got: Tevî hemû astengiyan kurd ji aştiyê re amade ne.
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê Sezaî Temellî destûra bingehîn a demokratîk û tecrîdkirina li ser Rêber Ocalan nirxandin.
Temellî got:
“Em ê bên gel hev û destûra xwe ya bingehîn ava bikin.
Lê ji bo destûrek bingehîn bê çêkirin em her kesî vedixwînin refên têkoşînê.
Siyasetmedar, Rojnamevan û parlamenter di zindanê de ne, tecrîd didome û li her qadên jiyanê binpêkirina mafan pêk tê.
Temellî tecrîdkirina li ser Rêber Ocalan jî nirxand û wiha anî ziman;
Em nikarin bêjin Tirkiye dewletek hiqûqê ye.Tecrîd li dijî hiqûqê ye.
Heke hûn dixwazin ev welat ji tecrîdê û aloziyan rizgar bibe, divê hûn beriya her tiştî guh bidin Îmraliyê û çavkaniya herî girîng ji bo we Îmraliye