Di meşa Dusseldorf ya navendî de “pêlava gerîla’ bû remza çalakiyê

Kurdistaniyan doh li Almanyayê erd hejandin.
Bi deh hezaran kesên li bajarê Dusseldorf ê Almanyayê li dijî dagirkerî û êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk meşiyan, bi dirûşm û tîliliyan berxwedana Zapê silav kirin û dewletên piştgiriya dewleta Tirk dikin şermezar kirin.

Ev der bajarê Almanya Dusseldorf e.

Li vî bajarî doh bi dehezaran Kurd daketin qadan û meşeke bi heybet lidar xistin.

Meş bi dirûşmeya “Kurdistanê Biparêze” pêk hat.

Armannc jê, silavkirina berxwedana gerîlayên Zap, Metîna û Avaşînê,

Her wiha parastina Rojavayê Kurdistanê li hemberî gefên dagirkeriyê bû.

Li dijî gerîla bikaranîna çekên kîmyewî hate şeremezarkirin

Girseya gel di meş û mitîngê de bal kişand ser çekên kîmyewî yên ji aliyê dewleta Tirk ve têne bikaranîn.

Hunermendan bi stranên xwe yên şoreşgerî, cihê xwe di refên pêşî yên çalakiyê de girtin.

Her derê Almanya bi silava gerîla olan da

Tevahiya meşê, berxwdan û têkoşîna gerîla ya li dijî dagirkeriya Tirk hat silavkirin.

Yuksel Koç: Gelê Kurd bersiva pêwîst da dagirkeran

Piştî meşa dirêj, li qada Rheinparkê mitîng hat lidarxistin.

Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç li vir anî ziman ku gelê Kurd bi vî çalakiyê bersiv pêwîst da hemû derdoran.

Çalakî bi stanên hunermendan bi dawî bû.

Back to top button