Xaça Sor a Navnetewî serdana gerînendetiya avê ya li Hesekê kir

Şandeke Xaça Sor a navnetewî ji bo şopandina xebatên rewşa avê li Hesekê serdana Girînendetiya Avê ya li bajarê Hesekê kir.

Şande di nava Gerînendetiyê de geriya û makenîzmeyên herikandina avê ji bo taxa Ezîziyê şopand.

Serokê Komîteyê Xaça Sor a Navneteweyî Peter Maurer piştrast kir ku ew hewl didin stasyonê ji êrişan biparêzin.

Peter Maurer diyar kiriye ku belavbûna pandemiya Coronayê û qutkirina avê bi xwe qirkirinek e.

Têkildarî mijarê, hevserokê Gerînendetiya Avê Nîdal Mehmûd ragihand ku daxuyaniya ku xelkên Hesekê tê de behsa azarên xwe ji ber qutbûna ava kiribûn ji şandeyê re hate pêşkêş kir.

Mehmûd da xuyakirin ku “Wek Rêveberiya Xweser me tevahiya belgeyên pêwîst pêşkêşî şandeyê kirin ku îsbat dike av ji stasyona Elok û çemê Firatê hatiye qutkirin û hewl didin wek kaxizeke siyasî bi kar bînin da ku zextê li herêmê bkin.”

Back to top button