Wezîrên Karên Derve yên Misir û Erebistana Siûdî gefên pêkanîna êrişên leşkerî li dijî xaka Sûriyê red kirin.
Doh wezîrê Karên Derve yê Misirê Samih Şukrî û wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan civiyan.
Aliyan geşkirina têkiliyên dualî yên her du welatan di tevahî aliyan de nîqaş kirin.
Û li ser pêwîstiya destekdayîna parastina serxwebûna Sûriyê, yekitiya xaka wê, têkoşîna li dijî terorê,
vegera penaber û koçberan, gihandina li çareyeke siyasî li gorî biryara navneteweyî ya 2254′an, li hev kirin.
Her wiha her du welatan gefên êrişên leşkerî li dijî Sûriyê û tirsandina gelê wê jî red kirin.