
Şêniyên Hesekê bertek nîşanî êrişan dan û diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker ji ber bêdengiya civata navneteweyî êriş dike û sûcê pêk tîne.
Dewleta Tirk a dagirker duh bi balafireke bêmirov li ser rêya Qamişlo-Amûdê erebeyek bombearan kir, di encamê de 4 welatî birîndar bûn.
Şêniyên Hesekê gotin êrişên dewleta Tirk, ji ber bêdengiya civata navneteweyî ne û sûcên şer in.
Ebdulbaqî Îbrahîm êrişên artêşa Tirk ên li ser welatiyan şermezar kir û got: “Divê civata navneteweyî, di serî de DYA û Rûsya li hemberî sûcên dewleta Tirk bi erka xwe rabe.”
Dilsoz Îbrahîm jî êrişên artêşa Tirk ên rojane ên li ser herêmê, şermezar kir û got:
“Civata navneteweyî berpirsê sûcên dewleta Tirk e.”
Rakan Şêxo jî êrişên dewleta Tirk ên li dijî welatiyan şermezar kir û got:
“Çi gunehê wan jin, zarok û kesên temen mezin heye ku top û balafirên dewleta Tirk hertim wan dikin hedef?
Dewleta Tirk sûcê mirovahiyê dike, lewma divê civata navneteweyî sînorekî ji dewleta Tirk a dagirker re deyne.”