“Divê têkoşîn bê xurtkirin”

‏Di 27′ê Kanûna 2022′yan de Konferansa Yekemîn a Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê li dar ket .
Li ser girîngiya lidarxistina konferansê ,Endamê Însiyatîfê Silêman Ehmed got:
“Tecrîda girankirî ya li dijî rêber Ocalan li Îmraliyê li cem hemû kesan gumanan çêdike. “

Konferans, di demekê de hat lidarxistin ku rewşa li Îmraliyê wek xeternak tê wesif kirin.

Konfirans bi gelek biryaran bi dawî bû.

Ji wan; avakirina komîteya şopandinê ku erka wê xebata ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan be.

Li ser girîngiya lidarxistina konferansê di vê demê de, endamê Însiyatîfê Silêman Ehmed axivî û got:

Pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan ‎erka li ser mile hemû sazî, kesayetên demokrat ên herêmî û cîhanê ye.

Divê têkoşîna bi hemû kesayetên cîhanî û demokrat re were bilindkirin..

Têkoşîna dîplomasî, fikrî û qanûnî were zêdekirin..

Back to top button