Li Çilaxa, Tirbespiyê û Qamişlo şehîdên komkujiya li Parîsê hatin bibîranîn

Şêniyên Çilaxa, Tirbespiyê û Qamişlo şehîdên Komkujiyên Parîsê bi bîr anîn û bang li hikumeta Fransayê kir ku sûcdarên her du komkujiyan ceza bike.

Kongra Star li Çilaxa merasîma bîranînê li dar xist.

Di merasîmê de kesên axivîn îşaret bi têkoşîna şehîdên Komkujiyê kirin û gotin:

“Berxwedana têkoşer Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemaz hîma bingehîn a dîroka jina azad e.

Em ê têkoşîn û berxwedana xwe bilind bikin û serkeftinê di şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk bînin.”

Li Tirbespiyê jî, Yekitiya Jinên Êzidî semînerek lidarxistin û têde behsa siyasetên qirkirinê yên li dijî jinên Kurd kirin.

Beşdaran bêdengiya hikumeta Fransa jî şermezar kirin û banga cezakirina sûcdarên her du komkujiyan kirin.

Bi heman armancê li Qamişlo jî Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê semînerek da..

Li vir jî bal hat kişandin ser komkujiyan û hat gotin ku tu caran dewleta Tirk û hevkarên wê nikaribin bi komkujiyan gelê Kurd tune bikin.

Back to top button