Şêniyên Dirbêsiyê li dijî tecrîdê meşiyan

“Em ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, her li qadan bin.”

Îro bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist.

Meş ji pêşiya Mizgefta Hec Sutlan a li taxa Xerbî ya navçeyê dest pê kir û heta pêşiya navenda Kongra Star a li taxa Şerqî dewam kir.

Li wê derê piştî rêzgirtinê, berdevka Konga Star Rîhan Loqo axivî, tecrîd şermezar kir û got: “Wek gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyyê em ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan her li qadan bin.

Rîhan bang li tevahî gelên azadîxwaz, demokrasîxwaz, tevahî jin û dayikan kir ku li hemberî tecrîdê serî hildin û li dora Rêber Abdullah Ocalan bibin xelek.

Meş bi dirûşman bi dawî bû.

Back to top button