QSD’ê bi operasyonekê li Dêrezorê serçeteyekî DAIŞ’ê girt

Hêzên taybet ên QSD’ê bi operasyonekê serçeteyekî DAIŞ’ê li rojhilatê Dêrezorê girt.

Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD’ê derbarê operasyonê de li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da.

QSD’ê ragihand ku yekîneyên antîterorê bi hevkariya Koalsyona Navneteweyî operasyoneke ewlehiyê li Dêrezorê li dar xist.

Li gor daxuyaniya QSD’ê, operasyon li gundê El-Hice yê li nêzî bajarokê Busêra pêk hat.

Di operasyonê de serçeteyekî DAIŞ’ê ku çete derivandin û destê wî di veguhestina çeteyên ji girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê de reviyane heye, hat girtin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, dema lêgerîna li mala wî serçeteyî, çek, cebilxane, hin amûr û belge hatin dîtin.

Back to top button