Wan-Partiya Çepên Kesk bi beşdariya bi hezaran mitînga jinan li dar xist

Partiya Çepên Kesk bi dirûşma “Em li vir in, em ê bi jinan re biguherînin” li Wanê mitîngek girseyî a jinan lidarxist.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan ku ji hezaran re axivî, diyar kir ku jin wê piştî 14’ê Gulanê welat bi rê ve bibin.
Li Meletiyê jî ku di erdhejê de wêraniyeke mezin lê çêbûbû şandeye Partiya Çepên Kesk serdana gel kir.
Her wiha di çaroveya xebatan de li Batikenta Enqereyê jî Partiya Çepên Kesk bi coşek mezin buroya hilbijartinê vekir.

Mitîngên Partiya Çepên Kesk ku di 24’ê nîsanê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de dabû destpêkirin didomin.

Ev dîmênên rengîn ji Bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistaniyê ne

Partiya Çepên Kesk bi dirûşma “Em li vir in, em ê bi jinan re biguherînin” mitîngek girseyî ya jinan li dar xist.

Mitîng, piştî deqeyeke rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayî dest pê kir.

Piştre namzetên Wanê yên partiyê û Siyasetmedarên Jin ên beşdar, yek bi yek bang li qadan kirin.

Coş û kelecana li qadê bi Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, ku di heman demê de namzeta Wanê ye, gihişt lûtkeyê.

Pervîn Buldan: Jin wê piştî 14’ê Gulanê welat bi rê ve bibin

Buldan, anî ziman ku ew ê di 14’ê Gulanê de bersivê bidin operasyonên binçavkirinê û wiha got:

“Îro em careke din ji vê qadê bersiva xwe didin.

Divê desthilatdarên vî welatî baş li vê qadê binêrin.

Jin wê piştî 14’ê Gulanê welat bi rê ve bibin.”

Piştî axaftinan hunermend derketin ser dikê û gel li ber stranan govend gerandin

Partiya Çepên Kesk li Meletiyê bi gel re civiya

Partiya Çepên Kesk, li Meletiyê jî ku di erdhejê de wêraniyeke mezin lê çêbûbû, bi şandeyekê serdana gel kir.

Di hevdîtinê de namzetên parlamenteriyê hatin danasîn.

“Heke azadiyek were, ev azadî dê bi destê jinan were”

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz, mexdûrên erdhejê silav kirin û wiha got:

“Heke azadiyek were, dê bi destê jinan were.

Lewma dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ veguherî felsefeyekê.

Tenê jin dikarin biguherînin û xwe li ber vê pergala dîktator a zordest bigirin. ”

“Ji bo avakirina pêşerojê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk”

Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin jî diyar kir, ku Tirkiye di erefeya hilbijartineke dîrokî de ye û got:

“Em ê dengekî xwe ji bo paşxistina faşîzmê biavêjin û dengê din jî ji bo avakirina pêşerojê bidin Partiya Çepên Kesk.”

Li batikenta Enqereyê Partiya Çepên Kesk buroya hilbijartinê vekir

Di çaroveya xebatan de li Batikenta Enqereyê Partiya Çepên Kesk buroya hilbijartinê vekir.

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar di buroya hilbijartinê de bi gel re hat ba hev.

Çigdem Kiliçgun Ûçar: Ji bo em sedsalek nû ava bikin em li vir in

Çîgdem Kiliçgun li wir xitabî gel kir got:

“Ji bo em sedsaleke nû ava bikin û biafirînin em li vir in û em tên.”

Back to top button