Êzidiyên vegeriyane Şengalê: Êzidî êdî li kampan namînin

Êzidiyên koçber ên ku ji kampên Başûrê Kurdistanê vegeriyane Xanesorê anîn ziman ku ew 9 salan di bin konan de man û wiha gotin:
“Xelkê me yê li kampan mayî, îro nebe wê sibe vegerin. Êzidî êdî nema li kampan dimînin.”

Vegera Êzidiyên koçber ji kampên dihok û zaxo berdewam dike.

Êzidiyên li kampên Başûrê Kurdistanê ruxmê hemû rêgirî û astengiyên PDK’ê jî, bi eşqa cih û warên xwe ji xeribiyê berê xwe didin Şengalê.

Yek ji koçberên Êzidî ku heyva borî vegeriyaye Xanesorê Şêrîn Silêman wiha behsa jiyana li kampan kir:

“Hemû kamp bi zor û zehmet in. Zivistanê cemidî, havînê germ bû.

rayedarên li kampan alîkariya me nakin. ”

Rêvebirê Şaredariya Gel a Xanesorê Celal Baso derbarê kar û xebatên ji bo pêşwazîkirina gel de agahî dan û wiha anî ziman:

“Niha em 10 reyên nû ji bo malbatên ku vegeriyane çêdikin.

Her kesê vegeriya Xanesorê, em li gor derfetên xwe alîkariya wan dikin.”

Sadun Guro Elyas jî ku vê heftê ji kampa Erbet ya Silêmaniyê vegeriyane Şengalê behsa xweşî û kêfxweşiya vegerê ser cih û warê xwe kir û got:

“Em hatine nav xelkê xwe, gelê me xêrhatina me kir. Em pir kêfxweşin.

Kampa ez jê hatim, wê Êzidiyên me yên wê derê jî vegerin.”

Back to top button