Li zindanên Tirkiyê çalakiya greva birçîbûnê di roja 8’an de didome

Girtiyên siyasî yên PKK û PAJK’ê di 27’ê Mijdarê de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya dorveger kirin,grev di roja 8’de didome.
Dîlgirtiyên azadiyê bi rêka malbatê xwe re peyamê xwe radighînin. Îsmaîl Tuzun ji girtîgehê peyam şend û bang li herkesî kir ku tevli pêngavê bibin.

Girtiyên siyasî yên PKK û PAJK’ê di 27’ê Mijdarê de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya dorveger kirin.

Girtiyan diyar kirin ku çalakiya wan dê heta 15’ê Sibata 2024’an berdewam bike.

Çalakiya girtiyan di roja 8’emîn de berdewam dike.

Her roj girtî bi rêya malbatan peyaman dişinin û dixwazin her kes li çalakiyê xwedî derkevin.

Yek ji girtiyên siyasî Îsmaîl Tuzun ku li Girtîgeha Tîpa F a Edeneyê girtî ye bi rêya malbatê xwe peyam şand.

Payama Îsmaîl Tuzun bi vêrengiye.

“Em jî wekî qada Girtîgeha Tîpa F a Edeneyê tev li vê pêngavê bûne.

Di 27’ê Mijdarê de girtiyên siyasî li girtîgehan dest bi pêngavê kirin.

Em jî tev li vê pêngavê bûn. Banga me ji bo gelê me ye. Bila gelê me jî tev li vê pêngavê bibin.”

Îsmaîl Tuzun: Em deyndarê Serokatiyê ne

Dîlgirtiyê azadiyê Îsmaîl Tuzun, anî ziman ku dema ew tev li vê pêngavê bibin, tev li pêngava azadiya fizîkî ya Rêbertiyê dibin û wiha axivî:

“Tevlêbûna me ya pêngavê tê wateya azadiya gelê kurd, azadiya jinê, azadiya ciwanan.

Em hemû qad deyindarê serokatiyê ne. Êdî dem hatiye ku em vî deynê xwe yê ji bo serokatiyê bidin.

3 sal in bi tu awayî agahî ji Serok nayê girtin. Rewşa Serok çiye? Serok çawa dijî? Bi tu awayî agahiya me jê çênabe.

Em dixwazin êdî hemû gelê me derkeve kolanan.

Ji ber ku ev ne ew deme ku mirov li mala xwe rûnê.

Dem hatiye ku mirov derkeve li kolanan azadiyê bixwaze.”

Îsmaîl Tuzun: Divê her kes tevlî pêngavê bibe

Îsmaîl Tuzun bang li rayedarên meclise û hikûmetê jî kir û wiha lê zêde kir:

“Divê her kes baş zanibe ku demokrasî û aştî bi azadiya Serok pêk tê.

Heta ku Serokê me azad nebe, aştî û demokrasî jî pêş nakeve.

Hemû pirsgirêk girêdayî pirsgirêka kurd e. Pirsgirêka kurd jî bi azadiya Serokatiyê pêk tê.

Îro li Îmraliyê pergalek qirkirinê pêk tê. Ev bandora xwe li hemû qadên jiyanê dike.

Ji bo pirsgirêk çareser bibe, parlamenterên li meclise, hemû siyasetmedar, hunermend, akademisyen, rewşenbir, ronakbir û hemû pêşengên civakê divê tev li pêngavê bibin û rola xwe rast bilîzin.”

Greva birçîbûnê yên girtiyên siyasî di roja 7’an de ye

Back to top button