Li Dêrazorê êriş li dijî baregeha Amerîka

Bi destpêkirina şerê Îsraîl û Hamasê, navendên Amerîka ên li Sûrî û Iraqê bûn armanca êrişan.
Amerîka ji vê yekê yekser Îran berpirsiyar nîşan dide.
Duh Baregeha Amerîka li Dêrazorê bû hedefa êrişan.

Seetên derengî şevê baregeha Heqil El umer ya Amerîka li Dêrazorê bû armanca êrişan .

Rêxistina Berxwedana Îslamî ya Îraqê ragihand wan êriş pêk aniye .

Bi vê êrişê re ev baregeh cara 12 ye dibe hedefa êrişan .

Li dijî baregeha Heşd Şebî ya li Kerkûkê êriş

Her wekî balafirek bê mirov êrişî baregeha Heşdî Şebî ya li Kerkûkê kir .

Di encamê de 5 çekdarên Heşdî Şebî hatin kuştin.

Ji roja destpêkirina şerê Îsraîl û Hamasê, baregehên Amerîka ên li Sûrî û Iraqê dibin armanca êrişan.

Li gorî artêşa Amerîkayê, heta niha li Iraq û Sûrî 48 êriş li dijî wan pêk hatine.

Back to top button