Di bombebarana li ser gundekî Şêrawa de welatiyek birîndar bû

Balafireke bêmirov ya Dewleta Tirk malek li gundê Bênê û xalên hêzên hikumeta şamê yên navçeya Şêrawayê bombebaran kirin.
Di encama êirşa li ser gundê Bênê de kalemêrek birîndar bû.
Her wha Baregeha Xirab Cîr a Koalîsyona Navneteweyî li navçeya Til Koçerê bû hedefa êrişan.

Îro li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê êriş hebûn.

Balafireke bêmirov ya dewleta Tirk a dagirker malek û nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê li gundê Bênê yê navçeya Şêrawa kir armanc.

Di encamê de kalemêrek birîndar bû û zirarên madî çêbûn.

Li Şêrawa nuqteya hêzên hikumeta Şamê hat bombebaran kirin

Beriya wê jî, balafireke bêmirov ya dewleta Tirk a dagirker nuqteya hêzên hikumeta Şamê ya li gundê Aqîbê yê heman navçeyê bombebaran kir.

Têkildarî ziyanên pêk hatî de agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.

Baregeha Koalîsyona Navneteweyî ya li Til Koçer rastî êrişê hat

Hemwextî van êrişan, li dijî balafirgeha Koalîsyona Navneteweyî ya li navçeya Til Koçerê ku li ser sînorên Sûriye-Iraqê ye êrişa bi moşekan pêk hat.

Baregeha Xirab Cîr a Koalîsyona Navneteweyî li navçeya Til Koçerê ya kantona Qamişlo ye.

Tê îdiakirin ku êriş ji aliyê komên Îslamî yên li Iraqê ku di nava demên dawiyê de êrişî hêzên Amerîka yên li Iraqê dikin ve pêk hatiye.

Back to top button