Rûsya girêdana hilbijartinên serokatiyê li Sûriyê bi karê komîteya destûrî ve red dike

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergi Lavrov ragihand ku gera bê ya karê komîteya destûrî, wê ne weke yên beriya xwe be. Lavrov mukur hat jî ku eger rewş wisa ma, wê rejîm biherife. Her wiha idia kir ku projeyeke parçekirinê li rojhilatê Firatê heye.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergi Lavrov, girêdana hilbijartinên serokatiyê li Sûriyê bi karê komîteya destûrî ve red kir helwesta Waşingtonê ku dixwaze rejîmê biguherîne, rexne kir.

Lavrov di axaftina xwe ya di kongireya Valday de diyar kir ku di biryara navneteweyî ya 2254 de, ti girêdan di navbera hilbijartinan û destûreke nû de tune ye.

Biryar e hilbijartinên serokatiyê li Sûriyê di navbera 16’ê Nîsanê û 16 Hezîranê de pêk werin û heta niha, di nav de Beşar Esed jî, ti kesî palana xwe ya namzedîtiyê ji bo serokatiya Sûriyê ranegihandiye.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergi Lavrov her wiha, sedema derengketina çareserkirina aloziya Sûriyê xist stuyê Amerîka û welatên rojavayî, ku li gorî wî, ev alî guhertina rejîmê diwazin lewma alozî çareser nabe.

Lavrov da xuyakirin ku welatê wî hêvî dike gereke nû ya karê komîteya destûrî berî meha Remezanê li dar bikeve û eşkere kir ku di vê gerê de wê tiştekî nû hebe û wê ne weke gerên berê be.

Lavrov weke mukurhatineke veşartî jî, anî ziman ku eger rewşa Sûriyê wisa ma, dê rejîm biherife.

Wezîrê Rûs teqez kir ku Mosko bi şanderê NY bo Sûriyê Geir Pedersen û nenerên hikumet û opozîsyonê di nava pêwendiyan de ye, da nêzîkatiyekê di navbera wan de çêke.

Lavrov idia kir ku Kurd dixwazin dewletekê ava bikin

Sergi Lavrov bi zimanekî tûj êrîş anî ser rayedarên Rêveberiya Xweser li Sûriyê û gumana xwe der barê xwesteka wan a danûstandina bi rejîma Sûriyê re anî ziman.

Lavrov idia dike, piştî biryara Trump a vekişîna ji Sûriyê, Kurdan daxwaza diyalogê bi rejîmê re kir, lê dema ku Trump ji biryara xwe vegeriya, helwesta wan jî hat guhertin.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê idia kir jî ku Kurd hewl didin dewleteke serbixwe ava bikin.

Back to top button