Fîkret Dogan: Ên dixwazin HDP’ê bigirin bila li Newrozê binêrin

Hevserokê HDP’ê yê Wanê Fîkret Dogan got “Ên ku dixwestin helwesta gel der heqê girtina HDP’ê de bipîvin; li Newrozê bersiva xwe standin.”

Der barê sedema doza girtina HDP’ê Fîkret Dogan dibêje ”Tekane sedema vê yekê ew e heq ji HDP’ê dernakevin, ji ber vê yekê serî li rêyên ne-rewa didin.”

Dogan anî ziman ”Gel bi milyonan Newroz pîroz kir û bersiveke xurt da. Destûrê didin hemû Newrozan da ku li helwesta gel binêrin lê her kesî dît bersiva xwe stand. ”

Hevserokê HDP’ê yê Wanê Fîkret Dogan dawiyê tekez kir “Heke HDP were gritin, gel wê mala xwe bike partî û rêya xwe bidomîne” û piştrast kir gel berê Peyama ‘hûn nikarin vîna me bigirin’ daye.

Back to top button