“Jin, Jiyan, Azadî”

Serhildana bo Jîna Emînî rejîma Tehranê ji hev dixe.
Li piraniya zanîngeh û dibistanên Îranê dest bi grevê haitye kirin û nerazîbûn zêde dibin.
Herwiha li bajarên Rojhilatê Kurdistanê jî çalakî dewam dikin.
Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ragihand ku 40 jê zarok heta niha 277 kes hatine kuştin.

48 rojên derbasbûyî dengê druşmeyan ji nava Îranê kêm nebû.

Doh careke din mîna rojên derbasbûyî xwepêşandêr li qadan bûn.

Zanîngeh bûne qada xwepêşandanan

Bi taybet li Sine, Merîwan û Seqizê girev hebû, dikan û bazar girtî bûn.

Herwiha li hinek taxên bajarên Sine, ciwanan bi pêxistina agir û çalakiyan li hemberî hêzên rejîma Îranê derketin.

Li bajarê Kirmaşan, Merîwan, Seqiz, Bokan, Mehabat û gelek bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya jin û ciwanan bi dirûşmeya, “Jin, Jiyan, Azadî” çalakî pêk hatin.

Bi pêxistina agir rê hatin girtin û kîna xwe ya li hemberî rejîma Îranê nîşan dan.

Xwendekarên Sine û Merîwanê jî bi awayê cuda nerazîbûn nîşan dan.

Hêzên rejîmê bi ser zanîngeha peyamnur de girtin

Li bajarê Merîwanê hêzên rejîma Îranê ji bo çewisandinê ser Zanîngeha Peyamnur de girtin.

Li bajarên Îranê jî xwendekarên zanîngehên Sîstan Beluçistan, Esfehan, Şîraz, Hurmuzgan, Reşt û yên gelek bajarên din çalakî kirin û grev kirin, neçûn holên nexwendinê.

Li dibistanên Kerec, Efsehan, Tehran û Şîrazê jî xwendekaran çalakî kirin û bi dirûşmeyan nerazîbûn nîşan dan.

Herwiha şeva borî li hinek qadên Tehranê, Terwîz û Esfehanê çalakî hebûn û yek ji dirûşmeyên wan, “Jin, Jiyan, Azadî” bû.

“40 Jê zarok heta niha 277 kes hatine kuştin”

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê heta niha 277 kes di xwepêşandanan de hatine kuştin.

Ji van 40 jê zarokin.

Li gorî vê rêxistinê dibe ku jimara kesên jiyana xwe ji dest dane ji vê zêdetir be.

Herwiha li gorî malpera Herana ku girîngiyê dide şopandina rewşa mafên mirovan a li Îranê, heta niha 277 xwepêşander hatine kuştin ku 48 jê zarok in.

Back to top button