
Bi armanca balê bikişînin ser girîngiya rola dayîkê û keda wê, 6 jinên şêwekar li navçeya Sayid-sadiq a Silêmaniyê pêşengaha ‘Hezkirina dayikê’ vekirin.
Pêşengeh li Hola Dêwanê ya navçeya Seyid-sadiq a Silêmnaniyê ji aliyê Koma Hêmawe ve hate vekirin.
Jinên şêwekar di tabloyên xwe de hezkirin, ked û hêza dayîkê xêzkirine.
Di pêşangehê de 46 tablo tên pêşandan.
Heta niha gelek welatî, berpirsên saziyan û hunermend beşdarî pêşengah ‘Hezkirina dayikê’ bûn.
Tê payîn ku ev pêşangeh heta êvarî vekirî bimîne.