NY: Di nava 30 salan de parzemîna herî germ bûyî Ewropa ye

Guherîna avhewa ya li seranserê cîhanê êdî bandorên xwe bi awayekî ber biçav derdixe.
Rêxistina Meteorolojî ya Cîhanê WMO ya girêdayî NY rapora xwe ya li ser mijarê eşkere kir.
Rêxistinê diyar kir ku germahiya li Ewropa di 30 salên dawiyê de li gorî navîna cîhanê 2 qat zêde bûye.
Li parzemînê her 10 saln germahî bi 0,5 pişeyî zêde dibe.

Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (WMO) ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku li parzemîna Ewropayê di 30 salên dawî de germahiya hewayê li gorî navîna cîhanê du qat zêde bûye.

Bi vê yekê re parzemîna herî germ dibe Ewropa ye.

Rêxistina Copernicus, WMO û saziya çavdêriya avhewayê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) îro li Cenevreyê rapora bi navê “Li Ewropayê Rewşa Avhewayê” eşkere kir.

Di raporê de hat destnîşankirin ku li Ewropayê zêdebûna germahiya hewayê dewam dike û hat destnîşankirin ku pêlên germahiyê yên awarte, şewata daristanan û lehiyê dikarin di pêşerojê de zirarê bidin civak, aborî û ekosîstemê.

Di rapora beriya Lûtkeya Guhertina Avhewayê ya Cîhanê ku wê di 6’ê Mijdarê de li Şarm el-Şêx a Misirê dest pê bike, germahiya hewayê ya sala 2021’an a li Ewropayê, pêlên germê û barîna li bejahî û behrê û rewşa cemedan hat ragihandin.

Germahî her deh salan carekê bi 0,5 pile bilind bûye

Li gorî raporê, ji sala 1991’an heta sala 2021’an germahiya hewayê ya li Ewropayê her deh salan carekê 0,5 pile bilind bûye.

Ji sala 1997 heta 2021, cemedên li Alpê jî bi qasî 30 metre kêm bûne.

Tewra li xala herî bilind a Gronlandê, helîna cemedan û baran di havîna 2021’an de hat tomar kirin.

Hat destnîşankirin ku helîna qeşaya li Gronlandayê wê leza bilindbûna asta deryayê bandor bike.

Di raporê de hat diyarkirin ku di sala 2021’an de ji ber bûyerên hewayê û avhewayê yên tund li Ewropayê nêzî 300 kesî jiyana xwe ji dest dane, mal û milkên nêzî 500 hezar kesî jî zirar dîtine.

Lehî û bagerê ji %84’ê bûyerên hewayê yên dijwar pêk tê.

Ziyana madî ji 50 mîlyar euro derbas bû

Di raporê de hat destnîşankirin ku zirara aborî ya ji ber vê rewşê derketiye jî 50 mîlyar euro derbas kiriye.

Back to top button