Artêşa Ukrayna pêşde diçe

Li gorî Rûsyayê, êdî pêvajoya tevlîkirina 4 herêmên Ukrayna, bi encam bû.
Ev yek piştî mohrkirina biryarnameyê ji aliyê serok-dewlet Putîn ve hate ragihandin.
Di vê navberê de hêzên Ukraynayê pêşdeçûna xwe a li Başûrê welat dewam dikin.

Luhansk, Donetsk, Xîrson û Zaporîjya.

Ev çar herêmên Ukraynayê ne.

Pêşî di encama şer de ketin bin kontrola Rûsyayê.

Paşê di bin referandûmê de hat îdîakirin ku gelên li van herêman dixwazin bibin beşek ji Rûsyayê.

Di çarçoveya van gavan de, Rûsya bi biryareke yek-alî eşkere kir ku ew ê van herêman weke beşek ji xaka xwe ragihîne.

Piştî vê yekê, baskên jor û jêrîn ên parlementoya welat bi yek dengî biryarnameya tevlîkirinê erê kirin.

Û di nava demeke kurt de serok-dewlet Vladîmîr Pûtîn biryarname erê kir.

Bi vî awayî pêvajo li gorî Moskoyê bi encam bû û herçar herêmên Ukrayna êdî bi fermî bûne beşek ji xaka Rusyayê.

Di vê navberê de hêzên Ukraynayê pêşdeçûna xwe a li Başûrê welat dewam dikin.

Tevgera zêde ya artêşa Ukrayna li derdora herêma Xîresonê ye.

Li gorî Wezareta Parstinê, hêzên wan dikarîn hin gundên di bin kontrola artêşa Rûs de ne rizgar bikin.

Serok-dewlet Zelensky jî ragihand ku artêşa wan bi hêz pêşde diçe û got,

Heta niha bi dehan gund hatine rizgarkirin.

Back to top button