Li Tirkiyê bi hinceta welat di şer de ye, mûçeyên karkeran nadin wan. Şaredariya Adilcewaz a Bedlîsê bi behanya “Em li Iraq û Sûriyê di şer de ne, pereyê hikumetê nîne”, 8 meh in mûçeyên karkeran belav nekirine.
Karkerên ku bi rayedarên şaredariyê re axivîn û daxwaza mûçeyên xwe kirin, diyar kirin ku zext û zorî li wan tê kirin.
Hate ragihandin ku rayedarên şaredariyê gef li karkeran xwarin û ji wan re gotin, eger ji çapemeniyê re biaxivin wê ji kar bavêjin.
Eşkere bû ku rayedarên şaredariya Adilcewaz a Bitlîsê ji karkeran re gotin:
Pere nîne, kî bixwaze bila dest ji kar berde, Li Sûriye û Iraqê em di nava şer de ne.
Xuya dibe ku pereyên Erdogan ji bo şerê li derveyî welat heye, lê ji bo welatiyên xwe dibêjin pere nîn in.