Partiya Sûriya Pêşerojê: Gel dikare aştiyê û çareseriya siyasî bi dest bixe

Partiya Sûriya Pêşerojê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêza gel rêya misogerkirina çareseriya siyasî li gorî diyaloga navxweyî, bidestxistina aştiya domdar û bidawîkirina aloziya gel li gorî biryara NY`yê ya 2254’an e.

Partiya Sûri ya Pêşerojê bi boneya salvegera 13’an a aloziya Sûriyê daxuyaniyek da.

Partiyê diyar kir ku şoreşa Sûriyê veguherî aloziyeke çekdar û xwîndar ku rejîmê hewl da bi tevahî rêbazan pêk bîne û got:

“Axa Sûriyê bû avzêya bi sedan rêxistinên terorîst û her wiha bû qada tesfiyekirina hesaban di navbera hêzên cîhanê de.

Bi rizgarkirina herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ’ê re ji aliyê Hêzên QSD’ê ve, pêkhateyên herêmê hewl dan civakeke demokratîk û azad ava bikin.

Hêza gel rêya misogerkirina çareseriya siyasî li gorî diyaloga navxweyî, bidestxistina aştiya domdar û bidawîkirina aloziya gel li gorî biryara NY`yê ya 2254’an e.”

Partiyê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got:

“Delîl jî xwepêşandanên li Siweydayê berdewam in û redkirina sûriyeyiyan a zulm û zordestiyê rave dike.

Em soz didin şehîdên azadiyê û rûmetê ku li ser şopa wan bin ji bo ku daxwazên gelê Sûriyê û şoreşa wî bi dest bixin.”

Leyle Qerehman: Em li gorî stratejiyeke neteweyî ber bi Sûriya nenavendî ve dixebitin

Back to top button