Hevseroka MSD’ê Leyle Qereman destnîşan kir ku nexşerêya wan ew e ku çareserî ji krîzê re û armancên gelê Sûriyê bên peydakirin û got ew li gorî stratejiyeke neteweyî ber bi Sûriyeya nenavendî û pirreng ve dixebitin.
Leyle Qereman anî ziman ku Sûriye di rewşa cemidandinê de ye û got:
“Îro hêzên navneteweyî dosyeya Sûriyê di ser her tiştî re nagirin.
Bi salvegera 13’emîn a şoreşa Sûriyê re em dikarin bi ser bikevin û bigihînin Sûriyeke nenavendî, pirreng û demokratîk.”
Der barê konferansa MSD’ê ya 20’ê Çileya 2023’yan de Leyla Qereman wiha got:
“Armanca me ji konferansê ew bû em yekitiya Sûriyê pêk bînin, kesayet û hêzên demokratîk ên Sûriyê ber xwe ve bikişînin.
Em ji bo çalakkirina dosyeya Sûriyê û xurtkirina yekitiya neteweyî dixebitin.
Em ê xwebaweriyê di navbera Sûriyeyiyan de peyda bikin.
Di konferansa xwe de me xwe spart rola MSD’ê.
MSD’ê projeya rasteqîn a Sûriyeyî ye dikare armancên gelê Sûriyeyê pêk bîne.
Em diyaloga bi hemû aliyan re qebûl dikin da ku aştiyeke rastîn li Sûriyê çêbibe.”