KCK: Komkujiya Helebceyê di dîroka mirovahiyê de yek ji komkujiyên herî hovane ye

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera Komkujiya Helebceyê daxuyaniyek da û got: “Hêzên modernîteya kapîtalîst şirîkên polîtîkayên qirkirina Kurdan û komkujiyan in.
Komkujiyên li ser gelê Kurd heya roja îro jî dewam in.”
Divê em yekîtiya xwe ya neteweyî xurtir bikin û li dijî qetlîamkar û dijminê qirker bi bandortir têbikoşin.”

16’ê Adara 1988’an li bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê di êrîşa qirkirinê de ya bi çekên kîmyewî hate kirin bi dehhezaran Kurd hatin şehîdxistin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera 36’an a komkujiyê daxuyaniyek da û şehîdên Helebceyê bi bîr anî.

KCK’ê diyar kir ku Komkujiya Helebceyê di dîroka mirovahiyê de yek ji komkujiyên herî bi êş û hovane ye û got:

“Li ber çavên cîhanê ev komkujî hat kirin û tu dewlet li dijî wê derneket.

Tenê dema ku berjewendiyên wan kete bin xetereyê wê gavê li dijî rejîma Seddam rawestiyan.

Hêzên modernîteya kapîtalîst şirîkên polîtîkayên qirkirina Kurdan û komkujiyan in û piştgiriyê didin polîtîkayên mêtinger ên dewleta Tirk a dagirker.

Piştgiriya desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li dijî Kurdan tê wateya piştgiriya eşkere ya qirkirina Kurdan.”

KCK: Komkujî û qirkirinên li ser gelê Kurd heya roja îro dewam in

KCK’ê anî ziman ku dema dewleta Iraqê li hemberî têkoşîna gelê Kurd têk çû, kete nava hewldanên lihevkirinê û wiha domand:

“Di sala 1983’an de YNK û dewleta Iraqê li hev kirin.

Di vê peymanê de çareseriya pirsgirêka Kurd a li ser esasê xweseriyê hat nivîsandin.

Lê dewleta Tirk ev peyman xera kir û diyar kir ku ew ê çareseriya pirsgirêka Kurd bi tu awayî qebûl nekin.

Aliyê Iraqê bi eşkere sedema xerabûna peymanê ji nemir Celal Talabanî yê ku ji bo danûstandin û îmzekirina peymanê çêbû Bexdayê re got.

Piştî wê Seddam berê xwe da Kurdan û bi Operasyona Enfalê dest bi komkujiyan kir.

Komkujî û qirkirinên li ser gelê Kurd heya roja îro jî dewam in.”

KCK: Divê em li dijî dijminê qirker bi bandortir têbikoşin

KCK’ê destnîşan kir ku lihevkirina dewleta Sûriyê û Kurdan, çareseriya pirsgirêka Kurd li Sûriyê asteng dike û got:

“Yê ku xitimandina pirsgirêka Kurd ferz kiriye û bûye sedem ku gelê Kurd ji berê heta niha rastî komkujiyan were, dewleta Tirk e.

Divê em yekîtiya xwe ya neteweyî xurtir bikin û li dijî qetlîamkar û dijminê qirker bi bandortir têbikoşin.

Divê nivîskar û rewşenbîr rastiya dîrokê derxin holê.”

Back to top button