Ji bijîşkan ji bo Îmraliyê bang: Pêwîstî bi destwerdanek lezgîn heye

Koma Xebatê ya Bijîşkan a Kurd-Akadê raporek derbarê girtîgeha Îmraliyê de amadekirin û gotin: “Bi taybetî ji bo tenduristiyê şert û mercên girava Îmraliyê nayê qebûlkirin.
Mudaxaleya lezgîn pêwîst e. Divê tecrîd demildest bê rakirin.

Ji 25’ê Adara 2021’an û vir ve ji Rêber Apo ku di bin tecrîdek mutlaq de tê ragirtin bi ti awayî agahî nayê girtin.

Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) di sala 2022’yan de serdana Girava Îmralî kir, lê rapora ku amade kiriye bi raya giştî re parve nekir.

CPT sala 2024’an çû serdana hin girtîgehên li Tirkiyeyê. Lê vê carê neçû Îmraliyê.

Koma Xebatê ya Bijîşkan a Kurd-Akadê derbarê rewşa tendirustî û ewlehiya Rêber Apo, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ku li Îmraliyê girtî ne raporek amade kir.

Kurd-Akad: Divê tecrîd demildest bê rakirin

Di rapora ku bi sernavê “Di derbarê tenduristiyê de şert û mercên Girtîgeha Gireva Îmraliyê” hat weşandin

Koma Xebatê ya Bijîşkan a Kurd-Akadê danzanîn ku ji ber şert û mercên avûhewayê ji bo tendûristiya Rêbe Apo rîskek mezin e, ji bo lênihêrîna tibî jî bi têrkerî derfet nîne û wiha domand:

“Hewcedarî û daxwazên CPT’yê yên di vî alî de ji aliyê hikûmeta Tirk ve tên piştguh kirin.

Dema ku girîngiya siyasî ya Abdullah Ocalan li ber çavan bên girtin, rewş gelekî krîtîk e.

Ji ber vê yekê mudaxaleya lezgîn pêwîst e. Divê tecrîd demildest bê rakirin.”

Kurd-Akad: Pêwîste şandeyek navneteweyî ya tenduristiyê serdana Îmaraliyê bike

Di rapora ku ji aliyê bijîşkan ve hat amadekirin de çar mijarên esasî hatin rêzkirin:

  • Barana zêde ya li giravê ji bo tenduristiya Birêz Ocalan faktoreke mezin a rîskê ye.
  • Şert û mercên li giravê, destûr dide tenê çend tedbîr werin girtin ku rîskên tenduristiyê yên ku ji avhewayê pêk tên kêm bikin.
  • Li giravê ji bo xwe gihandina xizmetên tenduristiyê, gelek zehmetî hene.
  • Birêz Ocalan di hucreya yekkesî de tê ragirtin ku bandoreke mezin li ser tenduristiya wî ya fîzîkî û derûnî dike.”
  • Pêwîste şandeyek navneteweyî ya tenduristiyê serdana Îmaraliyê bike.

Di dawiya raporê de, Komê bang li Konseya Eqwropayê kir ku zextê tirkiyê bike da ku li gor biryarên Dadgeha Mafên Mirovan tevbigere.

Delegeyên 3. kongreya Meclisa Gel ya Mexmûrê bêhelwestiya CPT’ê şermezar kir

Back to top button