Bertekên li dijî girtina Leyla Guven

Jinên kampa koçberan a Waşokanî, Dirbêsiyê, Reqa û Tebqayê bi daxuyaniyan girtina hevseroka KCD’ê Leyla Guven şermezar kirin.
Jinan bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirk bi taybetî ên li dijî jinan bikevin nava tevgerê.

Nerazîbûnên li dijî girtina Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk-KCD Leyla Guven zêde dibin.

Li rojavayê Kurdistanê jî jinên ji hemû pêkhateyan ji bo Leyla Guven piştgiriya xwe nîşan didin.

Kongra Star li kampa Waşokanî bi daxuyaniyekê girtina Leyla Guven şermezar kir.

Jinan destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze vîna jinan bişikîne û rola wan di berxwedan û têkoşîna ji bo azadiyê de qels bike û hat gotin,

”Biryara der heqê Leyla Guven de ne rewa ye û biryareke dijminane ye ku tevahî gelê Kurd dike armanc.”

Jinan bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku destwerdanê bikin û sînorekî ji kiryarên Tirkiyê re deynin.

Girtina Leyla Guven li Dirbêsiyê hat şermezar kirin

Li Dirbêsiyê jî bi heman armancê Kongreya Star daxuyaniyek da û banga berdana girtiyên di zindanên dewleta Tirk de kir.

Dayikên gerîla banga azadiya Leyla Guven kir

Dayîkên gerîla yên li Amûdê jî têdaxuyaniyek dan.

Dayikan sûcên dewleta Tirk yên li dijî siyasetmedaran şermezar kir û diyar kirin ku dewleta Tirk dijmantiya mafên mirovan û azadiya gelan dike.

Dayikan bang li rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên jinan ên cîhanê kirin ku li hember siyasetên dewleta Tirk ên li dijî jinên Kurd bisekinin.

Rêveberiyên Jinan ên Tebqa û Reqa girtina Leyla Guven şermezar kir

Rêveberiya Jinan a Tebqayê jî bi daxuyaniyekê girtina Leyla Guven şermezar kirin û got,

”Leyla Guven ji ber ku banga bidawîkirina tecrîda li ser rêber Ocalan kir, ev ceza lê hate birîn”.

Rêveberiya Jinan a Reqayê jî bi heman armancê daxuyaniyek da

Rêveberiyê soza mezinkirina têkoşîn û berxwedanê ji bo azadiya Leyla Guven û tevahiya jinên girtî, da.

Her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirk bi taybetî ên li dijî jinên têkoşer û berxwedêr, tev bigerin.

Back to top button