Serokê berê yê Şaredariya Kopenhagê Vîllo Sîgûrdsson derbarê tecrîdê de axivî

Serokê berê yê Şaredariya Kopenhagê Vîllo Sîgûrdsson derbarê tecrîda li dijî Rêber Apo de axivî û got: “Nahêlin ku malbat û parêzerên xwe bibîne. Ev bi eşkere êşkence ye.
Tecrîd ne li gorî hiqûq, peyman û pîvanên navneteweyî ye û nabe bi vî rengî dewam bike.”

Ji 25’ê Adara 2021 ve ti agahî ji rêber Abdullah Ocalan nayê girtin.

Ev yek jî bûye cihê fikaran û daxwazên şikandina tecrîda li ser rêber Apo zêde dibin.

Serokê berê yê Şaredariya Kopenhagê Vîllo Sîgûrdsson derbarê tecrîdê de nirxandin kir.

Vîllo Sîgûrdsson: Dewleta Tirk pîvanên navneteweyî bin pê dike

Vîllo Sîgûrdsson ser şert û mercên li Îmraliyê û weke êşkence pênase kir û got:

“Nahêlin ku malbat û parêzerên xwe bibîne. Ev bi eşkere êşkence ye.

Birêz Ocalan ji bo rawestandina şerê nemerdane yê li dijî Kurdan bêyîku derfetê bidinê ku bi hikûmet û rayedaran re hevdîtinê bike, 25 sal in li wir tê girtin. Ev êşkence ye.

Vîllo Sîgûrdsson diyar kir ku dewleta Tirk bi tecrîd hemû qanûnên navneteweyî binpêdike.

Vîllo Sîgûrdsson: Divê pêngava azadî ji Ocalan re bê domandin

Serokê berê yê Şaredariya Kopenhagê Vîllo Sîgûrdsson da zanîn ku ew ew parçeyekî pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” ye û wiha domand:

“Ez jî tevlî çend rûniştinên pêngavê bûm.

Li gorî min divê pêngav bê domandin û ji bo azadiya Birêz Ocalan em daraz û rayedarên navneteweyî jî têxin tevgerê.

Nabe ku ev bi vî rengî dewam bike, ji ber ku ne li gorî hemû qanûnên navneteweyî ye. Ji bo berdana Birêz Ocalan, divê em zextê li hikûmeta Tirk bikin.”

Lena Charlotta Lagnnander: Tirkiye li gorî hiqûqên navneteweyî tevnagere

Back to top button