Li kantona Firatê rûbera keskahiyê hat berfirehkirin

Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Firatê di 4 salên dawîn de hewl dide bi rêya gelek daristanan rûbera keskahiyê li kantonê zêde bike û hawaya guncaw peyda bike.

Jimara darên ku desteyê li kantona firatê çandine wiha ye:

“Di rûbera 90 doniman de li gundê Til Xezal desteyê 4 hezar û 500 darên sewlî û sinober çandin.

Li gundewarê rojava yê bajêr li gundê Mînas Desteya Jîngehê Daristana Şehîd Baz bi rûbera 100 donim 5 hezar dar çandin.

Li Daristana Emel li gundê Xerxerî jî bi rûbera 50 doniman 2 hezar û 200 dar çandin.

Li gundê Şêx Çoban desteyê Daristana Şehîd Rustem bi rûbera 70 doniman 3 hezar û 500 dar çandin.

Li gundewarê rojhilat, desteyê 2 daristan ava kirin.

Daristana Şehîd Botan li gundê Tehtik bi rûbera 20 doniman û 650 daran û Daristana Şehîd Xeyrî li gundê Xirab Işk bi rûbera 100 doniman û 5 hezar dar hatin çandin.”

Back to top button