Ji Meclisa Gelan Rêzebiryarên girîng

Di heman civîna 95’an a Meclisa Gelan a Demokratîk de, endamên Dadgeha Parastina Hevpeymana Civakî jî hatin erêkirin.

Di civînê de ji bilî guhertina hevserokatiya nû a Meclisa Gelan a Demokratîk, Meclisê 10 endamên Dadgeha Parastina Hevpeymana Civakî jî erê kirin.

Navên endaman wiha ne:

Hesen Ehmed, Evîn Hemo, Xalid Elî, Penciwîn Elî, Kenan Berekat, Faya Şemon, Mihemed El-kirêd, Duaa El-hesen, Elaa El-hac-Xemîs û Sara El-furat.

Meclisa Gelan a Demokratîk 2 endamên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan jî erê kirin û bi vî awayî hejmara wan bû 18 û di civîna bê de, dê hejmara wan bigihêje 20’an.

Endamên nû jî ev in; Enes El-Mehmûd û Zelûx Xeyrî.

Meclisê di civîna xwe ya berê de, ji bo 16 endamên jin û mêr deng dabûn.

Meclisê her wiha biryar-nameya Meclisa Rêveber a derbarê avakirina Desteya Malbatên Şehîdan, Birîndarên Şer û Girtiyan de jî erê kir.

Piştî erêkirina navên endamên Dadgeha Parastina Hevpeymana Civakî, 10 endaman li pêşberî beşdaran sûnd xwar.

Her wiha hevseroka Meclisa Rêveber Evîn Siwêd jî piştî dengdanê sûnd xwar.

Diawiya civînê, Meclisa Gelan a Demokratîk û Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, hevseroka berê ya Meclisa Rêveber Bêrîvan Xalid xelat kir.

Back to top button